AFP: 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûne

Li bajarê Edenê yê Yemenê, bi erebeyeke bombebarkirî li dijî karwanê rayedaran êriş pêkhat..

Di encama de 5 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûne..

Îro li Yemenê, li devera Cewla Hicêfê ya bajarê عدن Edenê karwanekî hikûmeta demkî hat hedef girtin..

Li gor agahiyan, li dijî parêzgerê Edenê “Ehmed Hamid Limlis” û wezîrê Samana Masiyan û Çandiniyê “Salim El-Siterî” êrişek bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat..

Her du rayedar ji mirinê filitîn..

Li gor ajansa Fransa AFP’ê, di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûne..

Heta niha ti aliyî ev êriş li xwe negirtiye..

Back to top button