ŞÊX HESEN: PÊWÎST E HÊZÊN NAVDEWLETÎ JI BO AVAKIRINA DADGEHEKÊ AMADE BIN

Çeteyên DAIŞ’ê sala 2015’an li Kobanê hatin şikandin û di 2019`an de li bajarokê Baxoz bi dawî bûn.
Niha jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtigehen rêveberiya xweser de girtîne ne .
Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen ji bo darizandin van çeteyan axivi û got:
Destpêkê çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hatin şikandin divê li Kobanê were dadgehkirin û bi awayekî qanûnî jî were darizandin.
Pêwîst e hêzên navdewletî ji bo darizandina çeteyan amade bin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen têkildarî avakirina dadgeheke navdewletî ji darizandina çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Ismet Şêx Hesen destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê destpêkê li Kobanê hatin şikandin divê li Kobanê were dadgehkirinû û bi qanûnî were darizandin.

Şêx Hesen diyar kir ku DAIŞ bi dawî nebûye, ji aliyê zîhniyet û şanayên veşartî ve nehatiye bidawîkirin.

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê destnîşan kir ku divê dadgeha Navdewletî bi awayekî lezgîn bê avakirin.

Hêzên navdewletî pêwîst e ji darizandina çeteyan amade bin û destekê bidin rêveberiya xweser.

Leave a Reply

Back to top button