Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir

Ev 6 rojin ku çalakiya li deriyê Sêmalka ya malbatên şehîdan a ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên ku PDK’ê ew şehîdkirine, didome.

Di vê çarçoveyê, endamên Kongreya Star li pêş pira Sêmalka daxuyaniyek dan û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.

Bi sedan endamên Konga Star û Desteya Aborî û şêniyên herêma Cizîrê tevlî çalakiyê bûn.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziyê Mihemed got:

“Gerîla zarokên gelê Kurdistanê ne û armanca wan ew e ku rûmeta gelan û pêkhateyên herêmê, biparêzin.”

Remziya diyar kir ku konê çalakiyê dê heta radestkirina cenazeyên gerîlayan yên ku PDK’ê ew li Xelîfanê şehîdkirine, dewam bike.

Remziyê Mihemed bang li PDK’ê kir ku dawî li dijmantiya li dijî Kurdan û gerîla bîne.

Back to top button