Îro salvegera 22. a şehîdên Meclisa Bêth Nehrîn a Netewî ye..
Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûrî ya bajarê Hesekê, bi merasîmekê şehîd bîr anîn.
Di merasîmê de berdevkê QSD’ê Aram Hena, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena, saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Surayî û Asûrî amade bûn..
Piştî merasîma leşkerî, yek ji fermandarên hêzên leşkerî yên Meclisa Bêth Nehrîn Akad Hena axivî..
Akad Hena got:
“Bi ked û saya şehîdan, roja têkoşîna neteweyî ya mirovî hilhat û têkoşeran da ser rêya wan.
Weke hêzên leşkerî û ewlehiyê, em soz didin em ê vê xakê biparêzin.
Em şehîdan didin, da ku li ser vê xakê birûmet bijîn.”
Berpirsê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûrî a Hesekê Cemîl Beho Osê jî anî ziman ew ê li dijî siyasetên inkar û qirkirinê têkoşîna xwe dewam bikin..