”Zarokên koçber nikarin pirtûkan peydabikin”

Bi heman rengî Mamoste û xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê jî dan zanîn ku ji ber dorpêça li ser Şehbayê ew di peydakirina pirtûkên dibistanan de zehmetiyên dibînin û gotin ji ber wê ew neçar dimînin li ser texteyan binivîsînin û bixwînin.

Piştî ku gelê Efrîn koçberî kantona Şehbayê bûn, xwendekar û mamosteyan li gorî derfetên koçberiyê hewl dan dibistanan ava bikin û bi amûrên kêm xwendina zimanê Kurdî bidomînin.

Ev bû çar sal xwendekarên Efrînê tevî astengiyên koçberiyê hêviyên xwe pêk tînin û bi zimanê dayikê dixwînin.

Îsal li kantona Şehbayê zêdetirî 16 hezar xwendekar û şagirt ji pirtûkên dibistanê mehrûm mane sedema vê yekê jî ew e ku rejîma Sûriyê nahêle pirtûkên xwendina bi zimanê Kurdî derbasê herêmê bibe.

Tevî vê jî dîsa îradeya xwendekaran nehatin şikandin û li malê rûneniştin.

Derbarê mijarê, Xwendekar û Mamosteyên Efrînê nerînên xwe anîn ziman.

Mamoste Mizgîn Hemo ku di refa pêncemîn de wêneyan dide, astengiyên ku li dibistanan rastî wan tê wiha bi lêv dike:Xwendekara refa 12’an a zanistî Şêrîn Mihemed jî wiha astengiyên ku rastî wan tên anî ziman.

”Em dixwazin fêrî zimanê xwe bibin”

Şagirta refa 5’an Nisrîn Omar daxwaz dike ku pirtûk ji wan re bên peydakirin.

Back to top button