Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed: Li vê xakê yê ku wê bê qedandin dewleta Tirk e

Nêzî 6 meh in dewleta Tirk ya dagirker êrişî başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî li dijî êrişan berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed behsa berxwedana gerîla kir û da zanîn dewleta Tirk ji mêj ve di vî şerî de têk çûye û got “Ger ji me yek kes jî bimîne wê heta dawiyê berxwedan dewam bike..”

Berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê derbasî meha 6’an bû.

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed ji ANF’ê re behsa êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla kir.

Jiyan Amed diyar kir ku desthilata Tirk bi dewamî li ser medyayê îdîa dike ku wê dawî li gerîla bîne û tune bike.

Jiyan Amed pirsa “Hûn ê kê biqedînin?” kir û wiha domand.

Gerîlaya YJA Starê got:

“Ev der xaka me ye, hûn nikarin me li welatê me tune bikin”.

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji mêj ve zane ku di vî şerî de b i bin ketiye û xwest ku dewleta Tirk û hevkarên wê zanibin ku “Ger ji me yek kes jî bimîne wê heta dawiyê li ber xwe bide.

 

Back to top button