Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê di nava 2 saetan de rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetan de jî encama hilbijartinê were eşkere kirin.
Îro li seranserî Iraqê hilbijartinên pêşwext yên parlementoyê hatin lidarxistin. Bi mîlyonan kes çûn ser sindoqan û dengên xwe bikaranîn.
Dema dengdanê ji saet 7’ê sibê destpêkir û 18:00’ê êvarê bi dawî bû.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê têkildarî hilbijartina pêşwext ên Parlamentoya Iraqê duxuyanî da.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê spasiya, Dadgeha Bilind a Fedaral, Komîsyona Ewlehiye, tevahiya xelkê Iraqê, rêxistinên navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û çavdêrên navneteweyî kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê di nava 2 saetan rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetên bê de jî encama hilbijartinê were eşkere kirin.