Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike ku ji herêmên dagirkirî yê Sûriyê derkeve û ji ber sûcên ku kirine hesab jê bixwaze.
Têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku binpêkirin û sûcên şer yên dermirovî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne roj bi roj zêdetir dibe
Partiyê piştgiriya xwe bi berxwedana şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî re nîşan da.
Patiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê di dawiyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bike, zextê lê bike da ku ji herêmên dagirkirî derkeve û hesab jê were xwestin.