Dagirkeran êrişî gundên Şehba û Şera a Efrînê kirin

Dagirkeran careke din gundên Şehba û Şera ya Efrînê dan ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran kirin.

Hat diyar kirin dagirkeran ji bajarê Marî, êriş birine ser gundê Şêx Îsa.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Alqemiyê û Meranaz ên navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran kirin.

Hat diyar kirin bi dehan guleyên obîsan li van gundan ketin.

Back to top button