Li Ezazê êriş rayedarên Tirk: 2 polîsên me yên taybet hatin kuştin

Doh li herêma Ezazê ya dagirkirî êriş pêk hat. Rayedarên dewleta Tirk ragihandin 2 polîsên hêzên taybet di êrîşê de hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine biparvekirin, êriş duh ber êvarê li ser rêya di navbera Ezaz û Mari’ê rû da.

Wezareta Karê Hundirîn a Tirk li ser mijarê daxuyaniyek da..

Wezaretê ragihand di encama êrîşê de, li cihê bûyerê endamekî hêzên wan ê taybet hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Derengiya şevê hat gotin, yek ji polîsên taybet ê ku bi giranî birîndar bibû jî miriye.

Li herêmên dagirkirî ji ber kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê her tim nakokî û tevlîhevî heye û dûrî aramî û ewlehiyê ne.

Back to top button