Şandeyên Talîban û DYA piştî 15’ê Tebaxê li Doha civiyan

Li Efxanistanê krîzek aborî li ber derî ye.
DYA bivê hincetê li gel Talîbanê careke din ket nava danûstandin.
Piştî Talîbanê Efxanistan kontrol kir, cara yekem şandeyên aliyan li Qeter ê hevdîtinên rûbirû pêk anîn.
Di encamê de, hate ragihandin ku Talîbanê pejirandiye, DYA raste rast alîkariya mirovî li Efxanan belav bike.

Piştî 15’ê Tebaxê Talîbanê desthilatdariya Efxanîstanê girt destê xwe, rayedarên Amerîkî û Talîban yekem car li Qatarê ji bo danûstandinên rû-rû civiyan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) danûstandinan wekî “samîmî û neprofesyonel” binav kir.

Talîban: Amerîka wê alîkariyê pêşkêşî Efxanan bike

Şandeya DYA piştî hevdîtinê daxuyaniyek kin parve kir û got:

Aliyan ji bo DYA raste rast, alîkariya mirovî li Efxanan belav bike nîqaş kirin.

Talîbanê jî li ser mijarê daxuyaniyek û got danûstandin baş derbas bû.

Talîbanê diyar kir ku ev gav nayê wateya ku DYA wê bi fermî rêveberiya wan nasbike û got:

Waşîngton wê alîkariya mirovî pêşkêşî Efxanan bike.

Pisporên aborînas jî îşaret bi wê yekê din ku li Efxansitanê, krîzek aborî li ber derî ye.

Rêveberiya DYA jî dibêje, berî danûstandinan rûniştina li ser masê nayê wateya naskirina rêveberiya Talîban.

DYA: Hevdîtin samîmî û profesyonel bûn

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê axivî.

Price ku hevdîtin bi “samîmî û profesyonel” binav kirî wiha got:

Li ser rewşa welatiyên DYA û kesên bi wan re karkirî bi awayekî ewle ji welat derbikevin, mafê mirovan û hebûna jinan di her qadekî Efxanistanê de, hate nîqaşkirin.

Back to top button