Afrîka..ji ber qirêjiya hewa, 2019’an bêtirî milyonek kes mirine

Mirinên ji ber qirêjiya hewa, piştî yên AIDS di rêza duyemîn de cihê xwe digre.
Li Afrîka ji ber qirêjiya hewa, 2019’an milyonek û 91 hezar kes mirine.

Li gorî lêkolîna ku di kovara Lancet Planetary Health de hat weşandin, li Afrîka 2019’an ji ber qirêjiya hewayê ya ku ji komir û duman bûye sedema mirina 697 hezar kes û ji ber qirêjiya hewayê ya li derveyî malê jî 394 hezar kes mirine.

Di lêkolîna ku bi karanîna daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hate amadekirin de, cih ji bo bandora nexweşî û mirinên ji ber qirêjiya hewayê li ser aboriyê jî hate dayîn.

2019’an qirêjiya hewayê 3 milyar dolar bandor li ser aboriya Etiyopya, 1,63 milyar dolar li Gana û 349 milyon dolar li aboriya Ruanda kir.

Di lêkolînê de hate gotin, ev jimar bi bajarbûna li parzemînê re xeteriyek hn mezintir bixwere dide avakirin.

Tê gotin, jimara bajar ya ku niha 1,3 milyare tê payîn di 2100’an de ev dane bigihêje 4,3 milyar.

Ji aliyekî din ve, hate piştrastkirin ku mirina ji ber qirêjiya hewa piştê yên AidS di rêza duyemmîn de ye.

Back to top button