Mezopotamya: Li Behdînanê di mehekê de 548 kesan serî li nexweşxaneyan dane

Belge û bûyerên rû didin, piştrast dikin ku dewleta Tirkdi êrîşên xwe yên liser Başûrê Kurdistanê de gaza bijehr û çekên qedexekirî bi kar tîne..
Ev çek hem li dijî gerîla û hem jî li dijî sivîlan tên bikaranîn..
Herî dawî ajansa Mezopotamyayê nûçeyek belav kir û tê de dibêje “Di nava mehekê de li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliyên cuda serî li nexweşxaneyan dane.”

Demek e dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de, taybet li dijî gerîlayên HPG’ê, gaza bijehr û çekên kîmyewî bi kar tîne..

Herî dawî ji ber bikaranîna van çekan, 5 gerîla li herêma Werxelê şehîd xistin..

Sivîlên li derdorê jî di bin qurban û ji aliyê dagirkerên Tirk ve tên armancgirtin..

Herî dawî û li gorî agahiyên ku ajansa Mezopotamyayê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, di encama bikaranîna gaza bijehr ji aliyê Tirkiyê ve, di nava mehekê de, bi sedan kes serî li nexweşxaneyan dane..

Li gorî van çavkaniyan..

Di nav mehekê de, di serî de li Kanîmasî û derdora wê, li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliya sorbûna zêde ya çavan, serêşandina jinişkave, xwînbûna poz, zehmetkişandina bêhngirtinê û sorbûna laş, serî li nexweşxaneyên Duhok û derdora wê dane.

Hat ragihandin ku kesên bi van giliyan diçin nexweşxaneyan ji aliyê tîmên girêdayî PDK’ê ve tên girtin û wan dibin nexweşxaneyên li Baregeha Leşkerî ya Bamernê û bi hinceta vîrûsa Corona veşartî tên hiştin.

Ji bo ku bikaranîna van çekan neyê eşkerekirin, PDK’ê weke her tim destekê dide Tirkiyê û kirinên wê heta jê tê, dinixumîne.

Gelê herêmê bertek nîşanî vê rewşê didin û dibêjin ku di êrîşên mehên dawîn de gazên bijehr ên kîmyewî tên bikaranîn û ji bo veşartina vê rewşê wan dibin nexweşxaneyên leşkerî.

HPG’ê jî berî çend rojan ragihand di 5’ê Cotmehê de li herêma Berwarî Bala, dewleta Tirk 5 caran bi gaza bijehr bombardûman kiriye.

Hat ragihandin, di vê êrişê de 3 kes birîndar bûne û birînên wan bikaranîn çekên kîmyewî piştrast dikin.

Back to top button