Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin

Vê sibehê jî dewleta Tirk a qirker êrişî herêmê kir. Vê carê jî gundên Minbicê kirin armanc.

Artêşa dewleta Tirk bi çekên giran gundên Hoşeriyê û El-Cat ên bakur rojhilatê Minbicê caeke din topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku 11 top li gundên navborî ketine.

Ji bilî êrîşên îro, dewleta Tirk çend roj in gundê Til Cuma yê Asuriyan ê li rojavayê Til Temirê jî dide ber topan.

Ajansa nûçeyan a Hawarê dîmenên gund ê piştî toparanê weşandin.

Di dîmnenan de jî xuya dibe ziyan gihaştiye dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê jî.

Back to top button