Kazimî eşkere kir: Cîgirê Ebû Bekir El Bexdadî hate girtin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandin ku di encama operasyoneke taybet de, cîgirê serçeteyê DAIŞ ‘ê hatiye girtin.

Li gorî Kazimî serçeteyê binavê Samî Casim El Cebûrî di operasyoneke derveyî sînor de hate girtin.

Samî Casim El Cebûrî di nava DAIŞ’ê de weke cîgirê Ebû Bekir El Bexdadî dihate binavkirin.

Li gorî lêkolînên Amerîkayê, Cebûr bi karên malî yên DAIŞ’ê radibû.

Û ji bo girtina wî xelata 5 mîlyon dolar hatibû diyarkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî li ser hesabê xwe ê tevna dijîtal ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê hatiye girtin.

Kazimî diyar kir ku operasyon ji aliyê servîsa îstîxbaratê li derveyî sînorê Iraqê pêk hatiye.

Serokwezîrê Iraqê têkildarî herêma operasyon lê pêk hatî ti agahî nedan.

Back to top button