Encamên hilbijartina Iraq wê îro werin eşkerekirin

Duh li seranserî Iraqê hilbijartinên pêşwext yên parlementoyê pêk hatin û bi mîlyonan kes çûn ser sindoqan û dengên xwe dan, îro encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê wê werin eşkere kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê têkildarî hilbijartina pêşwext ên Parlamentoya Iraqê duh duxuyanî da.

Komîsyonê spasiya, Dadgeha Bilind a Fedaral, Komîsyona Ewlehiye, tevahiya xelkê Iraqê, rêxistinên navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û çavdêrên navneteweyî kir.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wê di nava 2 saetan rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetên bê de jî encama hilbijartinê were eşkerekirin.

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê rêjeya tevlîbûna ji bo dengdanê tenê ji sedî 41 bû.

Dibe îro encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin eşkerekirin.

Back to top button