HPG’ê nasnameya şehîdên Werxelê eşkere kirin

Nasnameya 5 gerîllayên li Qada Werxelê di encama êrişa çekên kîmyewî ya artêşa Tirk de şehîd bibûn, hat eşkerekirin.
Gerîllayên şehîd ji 7’ê Hezîranê li dijî êrişên artêşa Tirk liberxwe didan.

9’ê Cotmehê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kiribû ku artêşa Tirk li dijî çeperên berxwedanên ên qada Werxelê çekên kîmyewî bikar anîne.

Di wê êrişê de 5 gerîlla şehîd bibûn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nû navê gerîllayan eşkere kir û têkildarî nasnameya wan ev agahî dan:

Zeynel Erocagi binasnav Cumalî li bajarê Tirkiyê Çorumê ji dayîk bûye.

Suleyha Kirmizitaş binasnav Çavrê Kamuran li Colemêrgê ji dayîk bûye.

Rêzan Deraferîn binasnav Dilvîn Dalaho li bajarê Merîwanê ji dayîk bûye.

Rojîn Remezan binasnav Amara Cûdî li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye.

Û Çetîn Çelîk binasnav Mahir Kop li bajarê Mûşê ji dayîk bûye.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê berxwedana gerîllayên şehîd a li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi bîr xist û got:

Ji 23’ê Nîsanê ve, yanî tevahiya 6 mehan gerîllayên Kurdistanê bi destanên lehnegiyê bersiv dan êrişên dagirkeriya Tirk.

Bi taybet ji 7’ê Hezîranê ve li qadên Girê Sor û Werxelê yên Avaşîn, gerîlla bi canfedaî şer dikin.

Gerîllayên Werxelê bi vê sekna xwe a lehnegê rê nedan dagirkeran ku bighêjin armancên xwe.

Artêşa dagirker a bi balafir, helîkopter û teqemeniyan nikarî pêşde biçe, li dijî gerîlla çekên kîmyewî bikar anîn.

Bi mehan gerîlla li hemberî van çekên qedexe xwe parastin.

Ji ber vê yekê artêşa dagirker asta dijwariya gazên kîmyewî zêdetir kir.

Herî dawî 5’ê Cotmehê li Werxelê bombeyên kîmyewî yên giran bikar anî.

Û di encamê de 5 gerîlla şehîd bûn.

Back to top button