Li Efrînê teqînek pêk hat 6 kes hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

Îro li navenda bajar teqînek pêk hat. Hat diyar kirin di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, li ber çerxerêya Kawa erebeyeke bombebarkirî hate teqandin..

Di encama teqînê de 6 kes hatin kuştin..

Hat gotin di nav kuştiyan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hene..

Her wiha, di nav de 2 zarok, 12 kes birîndar bûne..

Li Efrîna dagirkirî tenê di nava meha Îlonê de 4 teqîn pêk hatin..

Back to top button