Polonya..Li 100 bajar û bajarokan bi dehezaran li dijî durbûna ji YE meşiyan

Li Polonya gel li dijî biryara destûra bingehîn ya cûdabûna qanûna ji YE derket.
Li bêtirî 100 bajar û bajarokan, bi dehezaran Polonî meşiyan.
Poloniyan gotin, ew naxwazin ji YE dur bikevin.

Li seraserê Polonyayê ya li hemberî biryara destûra bingehîn a ji Ewropa bi dehezaran daketin qadan.

Poloniyan bi hildana alên Yekîtiya Ewropa xwedî li endamtiya yekîtiyê derketin.

Fikar hene ku biryara dadgeha destûra bingehîm bibe gava pêşî ya derketina Polonya ji Yekîtiya Ewrûpayê.

Lê welatî li ser banga lîderê muxalefetê Donald Tusk bi daxwaza parastina Polonyayê meşiyan.

Wekî din bi dirûşmeya “Em Polonyaya Ewrûpî biparêzin” xebat li ser tevnên civakî pêk tên.

Beriya demekê dadgeha destûra bingehîn biryara dabûn ku qanûnên wan di ser ên Yekîtiya Ewrûpayê re ne.

Xwepêşandana herî mezin ji li paytext Warşowa pêk hat.

Back to top button