Li Awusturyayê Alexander Schallenberg dest bi kar kir

Li Awusturyayê di nava çend rojan de serokwezîr dest ji kar berda û kesê li şûna wî jî yekser hate diyarkirin.
Wezîrê Karê Derve Aleksander Schallenberg (Şalenberg) îr bi awayekî fermî dest bi erka xwe a nû kir.

Li Awusturyayê bi îdîaya ku têkelî karên sextekariyê bûne, li dijî serokwezîr Sebastîan Kurz lêpirsîn destpêkir.

Ji ber vê yekê Partiya Keskan eşkere kir ku ew ê êdî naxwaze li gel Kurz hevkariya xwe a koalîsyonê dewam bike,

Sebastîan Kurz li hemberî helwesta Keskan, roja Şemiyê dest ji erka xwe berda.

Piştî îstîfayê bi 2 rojan, Wezîrê Karê Derve Aleksander Schallenberg hat erkdarkirin.

Schallenberg îro bi awayekî fermî sond xwar û bû serokwezîrê nû yê welat.

Ji ber guhertina hatî kirin, Partiya Keskan jî ragihand ku ew ê hevkariya xwe a li gel hukûmeta Koalîsyonê dewam bike.

Back to top button