Fatma Ocalan: Eger tecrîd bi dawî bibe, wê aştî çêbibe

Tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe tê giran kirin û nahêlin malbat û parêzer herin Îmraliyê û hevdîtinan bikin.

Tekildarî mijarê xwîşka Rêber Apo, Fatma Ocalan axivî û dîyarkir ku wê herî dawî 7 sal berê bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye û got, “divê tecrîd bi dawî bibe û em biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevîdtinê bikin..”

Tecrîda li ser Rêber Apo her diçe giran dibe. Dewleta Tirk bi ti awayî nahêle malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin.

Tekildarî mijarê xwîşka Rêber Apo, Fatma Ocalan axivî û xwest ku derfet bê dayîn ew biçin Îmraliyê hevdîtinan bikin.

Fatma Ocalan da zanîn ger ku Rêber APo baxive, wê aştî pêk were.

Fatma Ocalan di berdewamîya axaftina xwe de wiha got:

”Heft sale min hevdîtin nekiriye. Piştî axaftina bi telefonê ya herî dawî me tu agahî jê negirtîye. Saxe ne saxe em nizanin. Mafê herkesîye ku bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em jî dixwazin biçin îmralîyê û hevdîtinê bikin.”

Fatma Ocalan dîyarkir ku dema mijar dibe Rêber Apo, hemû maf û qanûn têne binpêkirin û got, “Eger derfetê bidin min, ezê bi vî halê xwe yê ser kursîyê biçim îmralîyê.”

Xwîşka Rêber Apo Fatma Ocalan di dawî de li ser niqaşa muxatabê pirsgirêka Kurd kîye ev tişt got:

”Tevahî jîyana xwe ji bo aştî feda dike û her car weke navnîşana çareserîyê jî meclîs nîşandaye. Digot eger dê pirsgirêk were çareserkirin, cihê wî jî meclîse. Ji bo pirsgirêk were çareserkirin û aştî çêbibe, di vê tecrîd bi dawî bibe.”

Back to top button