Tûnis..Bi serokwezîrtiya Necla Buden Remezan hikumeta nû hat avakirin

Piştî hewildanên zêde hikumeta Tûnisê hate vakirin.
Bi serokatiya Necla Buden Remezan hikumeta nû ya bi 23 wezîran hate ragihandin.
Bivê gavê re, Necla bû yekem jin di dîroka ereban de ku erkê serokwezîrtiyê girtî.

Necla Buden Remezan û kabîneya wê di merasima ku Serokomariyê lidar xistî de sond xwarin û dest bi kar kirin.

Serokomarê Tûnisê Qeyîs Saîd 25″ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Li welat jî niha amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.

Herî dawî di 28’ê Îlonê de Seîd, Necla Buden Remezan ji bo avkirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Buden ku nasnameya akademîsyenekî jî tê naskirin, bû yekemîn Serokwezîra jin a cîhana Ereb û Tûnisê.

Necla di nava cîhana ereban de yekem jina bûyî serokwezîr

Piştî “Bihara Ereban” a bi çirûska agirê Zeynel Abidîn bin Elî ku 2011’an despê kirî, Buden dibe serokwezîra 10’emîn a Tûnisê.

Buden, 1958’an di nava malbateke aboriya xwe navîn de li eyaleta Kayrevan jidayîk bû.

Buden a Mamosteyê erdnasiyê li Dibistana Endezyariyê ya li paytext Tûnisê, wekî rêvebirê projeya reforma xwendina bilind xebitî.

Kabîneya Buden tevahî ji teknokratan pêk tê.

Back to top button