YNK’ê encamên hilbijartina li Hewlêrê red kir

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê nerazîbûn li ser dengdana hilbijartinê ya li Hewlêrê nîşan da û diyar kir ku ew encamên hilbijartinê yên li Hewlêrê red dikin.

Duh li seranserê başûrê Kurdistan û Iraqê hilbijartina pêşwext ya parlamentoya Iraqê pêkhat.

Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê, derbarê dengdana li Hewlêrê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her 4 namzetên YNK’ê yên li Hewlêrê dengên pêwîst anîne, lê bi zextê destkarî li encaman hatiye kirin.

Hate gotin ku li her çar herêman jî beşek ji dengên Hevpeymanê û namzetên din hatine şewitandin û destkarî li amarên dengdanê hatiye kirin.

Her wiha hate eşkerekirin ku di dema veguhestina sindoqên dengdanê de, hêza çekdarî hatiye bikaranîn.

YNK’ê di dawiyê de ragihand ku hilbijartina li Hewlêrê red dikin û li benda encama giliyanin.

Back to top button