Çeteyên dewleta Tirk 6 sivîl ji gundên Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber didome.
Çeteyan 6 sivîl bi hincetên cuda ji Efrînê revandin.
Her wiha bi destpêkirina dema berhevkirina zeytûnan, çete berhemên daran didizin û ji 25% bac li ser berheman ferz dikin.

Li Efrîna dagirkirî, kirinên dermirovî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dewam dikin.

Malpera Efrîn Post ragihandin ku 6 kesên din ji Efrînê hatin revandin.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

– Nezîr Mihemed Tobal yê ji gundê Hec Xelîl û Selah Osman Ekaş yê ji gundê Mosaka.

– Mihemed Hisên Selîm yê 60 salî yê ji gundê Dêr Sewan ê bi ser naçeya Şera. Hat diyar kirin Mihemed daxwaza mala xwe ji çeteyan kir, çeteyan ew revandin û birine Ezazê.

– Ayşe Mehmûd Naasan ji gundê Dêr Sewanê, piştî ku vegeriya Efrînê, hate revandin.

-Nezîr Sebrî Salih yê ji gundê Etmana yê bi ser navçeya Raco ku 4 dikan nû vekirin, çeteyên ew revand û êşkence lê kir da ku di berdêla berdana wî de pere jê bigirin.

-Ehmed Ibrahîm yê ji gundê Xelîlaka yê bi ser navçeya Bilbilê, ku cara duyem e çete wî direvînin û di herdu caran de pere di berdêla berdana wî de pereyan dixwazin.

Çete ji 25% bac li ser berhemên darên zeytûnê ferz dikin

Li aliyekî din, bi destpêkirina dema berhevkirina zeytûnan çete destê xwe datînin ser daran û berhemên wan didezin.

Çeteyên ku navê El Hemzat li xwe dikin, berhemên darên zeytûna ên gundên Keferşîlê û Marata dizîn.

Her wiha çeteyên ku di Kampa Eşrefiyê de dimînin berhemên daran ên gundê Qîbar û Cûmkê didizin.

Li navçeya Şiyê jî çete bi hiceta nexweşiya corona nahêlin xwedanên daran biçin nava darên xwe û zeytûnan berhev bikin.

Çete bi vê yekê dest datînin ser daran û berhemên wan bidizin,

Li gundê Erendê çeteyan berhemên darên zeytûnê ên xelkê gund dizîn.

Çete ji 25% bac li ser berhemên zeyta zeytûnê ferz kirin, her wiha kesên ku li Ewropa û Tirkiyê dijîn û wekaletname ji mal û milkên xwe re çêkirine, 1000 dolar bac li ser berehmên darên wan ferz dikin.

Back to top button