‘Vegerek bi ewle bê dagirkerî’. Di bin vî navî de, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê dest bi çalakiyan kirine.
Rêveber û endamên komîteyê, îro daxuyanî dan û diyar kirin ew ê bi çalakiyên xwe, rewşa Serêkaniyê û koçberan ji raya giştî re raghînin.
Bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmên dagirkirî Serê Kaniyê û Girê Spî, Tîrmeha 2021’an komcivînek li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin.
Di wê komcivînê de kirinên dewleta Tirk, guhertina demografîk, rewşa koçberan û gelek xal bûn cihê nîqaşan.
Encama civînê de 13 xal weke biryar derketin, ji wan xala 13 û ya dawî avakirina komîteya Koçberên Serê Kaniyê bû.
Komîte bi navê Koçberên Serê Kaniyê ji 30 kesî hat avakirin.
Komîteya koçberan, ji bo şopandina rewşa koçberan û xelkê Serê Kaniyê di bin navê ‘ Vegerek bi ewle bê dagirkerî’ dest bi himleyeke çalakiyan kirine.
Weke çalakiya destpêkê, îro endamên komîteyê li ber navenda Netewên Yekbûyî û li Navenda Têkiliyê Derve ya Rêveberiya Xweser daxuyanî dan.
”Em dixwazin rewşa koçberan ji raya giştî re ragihînin”
Endama komîteya Koçberên Serê Kaniyê Enahîta Sîno diyar kir, ew ê bi riya van çalakiyan rewşa koçberan ji raya giştî re raghînin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye hemleya çalakiyan, wê heta 18’ê meha Cotmehê bidome.