Belgeyên pondora..Her roj siyasetmedarên nû neçar dimînin hesab bidin

Ji despêka Cotmehê ve, belgeyên Pandora Papers bala cihanê kişandiye li ser xwe.
12 milyon belgeyên hatine amadekirin gelek dosyayên nepenî zelal kir.
Ji serokê welatan , heta serokwezîr, siyasetmedar, hunermend û sporvan hene.
Her roja ku derbas dibe, hîn zêdetir siyasetmedar neçar dimînin ku ji ber belgeyên Pandora Papers hesaban bidin.
YE û DYA ketine ber derxistina qanûnan da ku rê li vê yekê bigrin.
Lê heta niha Tirkiye li ser mijarê bêdenge.

Li cîhanê nakokiyên li ser 12 milyon belgeyên nepenî yên ku hemwext li çaraliyê cîhanê hatine weşandin dewam dike.

Her ku diçe hîn siyasetmedar ji ber belgeyên Pandora Papers neçar dimînin hesab bidin.

Lê ev rewş li Tirkiye tam berovajî welatên dine.

Tevî ewqas belgeyan, lê heta niha ji aliyê deshilata Tirkiyê ve bêdengî heye.

Her çiqasî mixalîfan zexta guherîna pêşnûmeya Qanûna Bacê kiribe jî lê ev yek hate redkirin.

YE û DYA ji bo kesên ji bacê direvin qanûnên nû derdixe

Yekîtiya Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo pêşîgirtina li şêwazê baca ku li gorî belgeyên Pandora Papers eşkere kirî bigre, dixebitin.

Serokê Komîsyona Ewropa Paolo Gentiloni diyar kir ku ew ê li ser pêşnûme qanûnek nû ku rêzek rêzikname tê de ne bixebitin.

Armanc ji vê yekê jî avakirina şêwazekî agahdarkirina li ser hewildanên revandina bancan ne.

DYA jî têkildarî heman rewşê pêşnûme qanûnek nû derxist.

Têkildarî belgeyên pandora AKP bêdenge

Di demeke ku Hindistan, Endonezya, Fransa, Awistralya, Hollanda, Panama, Îrlanda, Arjantîn û Şîlî ragihandin ku wan li ser kesên navê wan di belgeyan de hatine eşkerekirin lêpirsîn daye despêkirin, ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve bêdengî heye.

Li aliyê din, baskê muxalefeta Tirkiyê “Pêşnûme Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Pêvajoya Bacê û Hin Qanûnan”, ku wê li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin, bi hinceta belgeyên Pandorayê xwestin bê zelalkirin.

Partiya Gel a Komarê CHP got,

“… em xwedî sîstemekê ne ku pergalek me ya bacê tê de, çavkaniyên ji wargehên baca navneteweyî re têne veguheztin baca wan nayê dayîn.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî diyar kir ku ji kesên hejar baca tê sitandin û ji bo kesên dewlemend yên sedmilyonan dolar jî kar dikin, bac nayê girtin.

HDP’ê ev yek bi bêhiqûqî û bêwijdanî binav kir.

Back to top button