KNK’Ê LI SER CIVÎNA XWE YA LI BIRUKSELÊ DAXUYANÎ DA

Konseya Rêveber a KNK’ê beriya çend rojan li Brukselê civîna xwe ya asayî lidarxistbû. Li ser encamên civînê daxuyaniyek weşand û tê de got: Civata giştî ya 19’an a KNK ya îsal , wê di meha Cotmehê de were çêkirin. Her wiha wê endamên KNK’ê ji nû ve bêne hilbijartin”.

Konseya Rêveber a KNK’ê 21’ê Nîsana 2019’an li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.

Di civînê de bûyerên li Kurdistan û Cîhanê diqewimin hatine destgirtin.

KNK’ê li ser encamên civînê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê balkişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û wiha got;

“Ji bo peyama azadiya Birêz Ocalan bigihê hemî Cihanê, divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin” jî, bi serkeftinê were biencamkirin. em bi rêzdarî hemû çalakvanan silav dikin”.

KNK’ê balkişand ser xebatên xwe yên li rojavayê Kurdistanê û ev tişt anî ziman;

KNK’ê ji bo nîzîngkirina partî û rêxistinên Kurdistanî, bi hemî aliyan re hevdîtinan dike.

Amanc ew e ku Lêvegerek Kurdî ya ku li ser navê Kurdan bibe cihê biryarê bê avakirin.

Di vî warî de kar û xebat berdewam in û gav bi gav pêşdeçûnên baş jî pêk tên”.

KNK’ê diyar kir ku heta niha li başurê Kurdistanê hêzên Kurdistanî bi awayekî serkeftî nehatine ba hev.

KNK’ê li ser rewşa li rojhilatê Kurdistanê jî diyar kir ku rejîma Îranê bi çi şêweyî bi bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nasnake û siyaseta xwe ya çewsandinê dewam dike.

Konseya Rêveber a KNK’ê dema civata giştî ya 19’an jî diyar kir û li gorî agahiyan wê endamên KNK’ê ji nûve bêne hilbijartin.

Leave a Reply

Back to top button