Piştî 10 rojan ji aramiyê careke din artêşa Tirk a dagirker gundewarên bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.
Êrişên dagirkeriyê li dijî gundên Hoşeriyê û Catê bûn, dûvre gundê Ewn Dadat bû.
Girêdayî topbaranê yek ji fermandarê meydanî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Xelef ji ajansa ANHA’yê re axivî û got
“Vê sibehê dagirkeriyê bi dijwar êrişî malên sivîlan kirin di encamê de metirsî di nava şêniyan de çêbû û neçar bûn ku koçberî bajêr bibin.”
Ebû Xelef da zanîn ku ew pilanên dewleta Tirk dizanin ku dixwazin şêniyan koçber bikin û terorê li herêmê ji nûve vejîn bikin.
Ebû Xelef got, Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ye bersiva her êrişeke li dijî herêmê bide û sivîlan biparêze.
Li gor bîlançoya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, meha borî artêşa Tirk a dagirker 723 mûşek avêtin gundên Bakurê Minbicê ku sivîl tê de tijî ne.