Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê ji encamên hilbijartinan ragihand.
Li gorî encamên destpêkê yên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, li parêzgehên Başûrê Kurdistan û Iraqê partiyên Kurdî 63 kursî mîsoger kirin. Ji wan 23 jinin
Ev jî cara yekeme bi rêjeyek wisan jin di nava partiyên Kurdî de ji bo parlementoya Iraqê tên hilbijartin.
Her wiha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encama destpêkê ya dengdana li parêzgeha Silêmaniyê eşkere kir.
Li gorî wê jî wihaye,
YNK: 8 kursî
Newey nû : 5 kursî
PDK: 2 kursî
Yekgirtu: 2 kursî
Komele : 1 kursî
NY: Hilbijartin bi hêsanî pêk hatin
Têkildarî mijarê Şandeya NY’yê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku helbijartin bi hêsanî pêk hatin û gelek başbûnên teknîkî û tedbîrên mezin hatin girtin.