Li Efrîn..6 kes hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

Tevliheviya li herêmên dagirkirî, jiyana sivîlên li wir dixe metirsiyê. Li navenda bajarê Efrînê duh teqînek pêk hat û 6 kes hatin kuştin.

Teqîn li ber çerxerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê pêk hat.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand teqîn bi riya erebeyeke bombebarkirî çêbûye û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin di nav kuştiyan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hene û ji birîndaran jî 2 zarok in.

Tenê di meha Îlonê de, li Efrîna dagirkirî 4 teqîn pêk hatine.

Back to top button