Muhsin Ewedellah: Dewleta Tirk dixwaze nasnameya Sûrî û Kurdî tune bike

Nivîskar û lêkolînerê Misirî Muhsin Ewedellah, dibêje “Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e herêmên nû tev li Tirkiyê bike û nasnameya sûrî û kurdî tune bike.” 

Muhsin Ewedellah, destnîşan kir ku dewleta Tirk şoreşa Sûriyê ji xeta wê derxist, xewnên gelê Sûriyê û hêviyan wan ên gihaştina jiyaneke azad û demokratîk, hilweşandin .

Her wiha eşkere kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e li hember xwestekên gelê Kurd bisekine, derfetê nede ku tu destkeftiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixin. .

Dawiyê, Nivîskar û lêkolînerê Misirî piştrast kir dewleta Tirk dixwaze nasnameya Sûrî û kurdî li herêmên ku dagir kiriye tune bike, guhertina demografî pêk tîne da di pêşerojê de wan herêman tev li axa Tirkiyê bike.

Back to top button