Balafirên şer ên Rûsyayê careke din li dijî bajarê Marê yê girêdayî herêma Ezazê ya, bi moşekan êrîşek pêk anî.
Ajansa nûçeyan a Hawarê li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, ragihand “Duh di saetên şevê de balafirên şer ên Rûsyayê derdorê bajarê Marê yê dagikirî êrişeke bi moşekan pêk anî û zirar gihaand derdor.”
Di kêmî hefteyekê de, ev 5 car in balafirên Rûsyayê li bajarê Marê yê dagirkirî êrişan pêk tîne.
Êrîşa yekem li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk li herêmê bû.
Rojên dawî, li asîmanê herêmên dagirkirî û gundewarê bakurê Helebê tevgereke zêde ya balafirên Rûsyayê xuya dibe.