“Rûsya û Amerîka pitşgiriyê nedin jî em ê bi tena xwe bikin”

Serokê rêjîma Tirk Erdogan doh gefa êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwarin. Erdogan got, eger hêzên li Sûrî destekê nedin jî, ew ê di demeke kurt de bi tena xwe gavên pêwîst bavêjin.

Doh piştî civîna Desteya Wezîran a dewleta Tirk, Erdogan axivî.

Di rojeva wî de jî planên êrişên nû li dijî xaka Sûrî hebûn.

Erdogan idîa kir ku demên dawî êrişên li dijî hêzên wan zêde bûne û gef xwar ku ew ê bikevin tevgerê.

Bêyî ku wan bi nav bike; Erdogan behsa helwesta Rûsya û Amerîkayê jî kir û got;

Eger ew hêzên bi bandor li gel me tevnegerin jî, em ê bi derfertên xwe tişta pêwîst bikin.

Serokê rêjîma Tirk îdîa kir ku ew ê di demeke nêz de ji bo êrişa li dijî xaka Sûrî gavên pêwîst bavêjin.

Back to top button