Li Fîlîpînê ji ber baran û bahozê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî winda bûn.
Bahoza tropîkal a bi navê “Kompasû” li girava Lûzonê da.
Ev girav a herî mezin a Filîpînê ye.
Di ncama bahozê û barana zêde de, lehî rabû.
Rayedarên wê deverê, diyar kirin herî kêm 9 kes mirine û 11 kes jî winda ne.
Vê bahozê “Kompasû” pişt re berê xwe da Behra Çînê ya Başûrî jî.
Her sal nêzî 20 bahoz li Fîlîpînê çêdibin .
Ev bahoz xisareke mezin didin erdan û binesaziyê û hejariyê zêdetir dike.