Li Girava Spanyayê La Palmê, nêzî mehekê ye teqînên ji ber volkanê ranawestin. Heta niha bi sedan donim erd şewitiye û bi hezaran xelkê deverê ji cih û warên xwe derketin.
19’ê Îlonê Volkana La Cumbre Vieja (La Kombrê Viyêxa) teqiya û ji wê rojê ve lavên wê diherikin.
Rayedarên Girava La Palmê diyar kirin ku lava ji volkanê herikî qadeke ji 600 hektarî şewitand.
Piştî ku aliyê bakur ê volkanê hilweşiya, lav mîna çemekî ji agir herikî û her tiştên li pêşiya xwe şewitand.
Hat zanîn ku ji ber lavên volkanê beşek ji kargeha çîmentoyê şewitî ye.
Li gorî pisporan lav di saetê de 700 metre diherike.