Dilîşan û Hogir di oxira raghandina dengê rastiyê de şehîd bûn

Di oxira ragihandina heqîqetê û dengê rastiyê de canê xwe feda kirin.. Şehîd Dilîşan û şehîd Hogir.. Îro 4 sal li ser şehadeta her du rêhevalan re derbas dibin.. Dema dixwestin dengê koçberên li Dêrazorê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, dibin armanca êrîşeke hov a çeteyan û canê xwe ji dest didin.

Berî 4 salan weke vê rojê bû, her du nûçegihanên ANHAyê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed, piştî ked û xebatek mezin ji vê jiyanê bar kirin..

Îro salvegera 4 an a şehadeta rojnamevanên ragihandina heqîqetê ye..

Her du leheng di 12`ê Cotmeha 2017`an de, dema pêngava Bagera Cizîrê dişopand di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de tevî bi dehan ji sivîlan şehîd bûn.

Ne tenê her du, nûçegihan Rizgar Denîz jî di wê teqînê de bi giranî birîndar bû..

Piştî demekê tevî hemû hewldanên bijîşkan ew jî li nexweşxaneya Şamê di 18’ê Kanûnê de şehîd dikeve.

Hevrê Dilîşan Îbiş di 26′ê Îlona sala 1993′yan de li bajarê Kobanê ji dayik bûye.

Dilîşan di malbateke welatparêz de ku ji 9 kesan pêk tê, hat dinê.

Bi destpêkirina çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, her du rêheval berê xwe didin beşên ragihandinê ji bo rastiyê ku li herhêmê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin..

Ji bo vê armancê jî heta dawî li ber xwe didin û erka li ser milên xwe heta dilopa dawî jî bi cih tînin.

Piştî xebatek demdirêj her du nûçegihan di rêwtiya lêgerîna heqîqetê de canê xwe dan û destanên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi pênûs û kamereyên xwe belge kirin.

Back to top button