Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê piştî bidawîbûna projeyên zirftkirina rêyan û sererastkirina kanalîzasyonê, ji bo demsala zivistanê di nava amadekariyan de ne.
Şaredariya gel a navçeya Çilaxa di demsala havînê de dest bi projeyên xwe kir ku azarên gel di demsala zivistanê de kêm bike.
Hevserokê şaredariya gel a navçeya Çilaxa Feysal Hesen diyar kir ku ew li ser serarastkirina riyên xerabe, dixebitin.
Feysel Hesen got:
“Me di nav plansazî û projeyên xwe de, hewl da ku rêyên di navbera gundan de dirêj bikin û sererast bikin.
Şaredarî bi koordînya bi nivîsgeha jîngehê hewl dide bendava Çilaxa sererat bike.”
Li aliyekî din Şaredariya gel a navçeya Girkê Legê jî ber bi dawîbûna çend projeyên xizmetguzariyê ve diçe.
Projeyên wê jî çêkirina gerac, serarastkirina kanalîzasyonê, kolandina bîreke avê û çêkirina rêyan bû.