Her roj çend kes li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin. Herî dawî çeteyan sivîlekî 30 salî ji navçeya Racoyê revandin. Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand “Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Raco ya Efrînê sivîlê bi navê Nezîr Sebrî Salih revand.”
Çeteyan piştî ku Nezîr revandin, mîna her carê, ew jî birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wî nediyar e.
Li gorî agahiyan, li hember serbestberdana kesê navborî, çeteyan 5 hezar dolar ji malbata wî xwestine.
Duh jî li navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat, di encamê de 6 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ji ber kirinên çeteyan, li Efrînê tim Tevlîhevî û nearamî serwer in û ev kirinên li dijî sivîlan roj bi roj zêdetir dibin..