Hilbijartinên Iraqê…Encam hat ragihandin û Tevgera Sedr tê de bi ser ket

Ev demek bû ji bo hilbijartinên perlementoya Iraqê Partiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava xebatê de bûn. Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên hilbijartinan ragihand û diyar kir ku Tevgera Sadr bi ser ket û zêdeyî 70’î kursî bi dest xistin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û YNK jî nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku rewatiya vê hilbijartinê tune ye.

Ev demek bû partiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên perlementoya Iraqê propogandayên namzetên xwe dikirin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên hilbijartinên ku 10’ê cotmehê li dar ketin, eşkere kirin.

Di hilbijartinan de Tevgera Sadr a Şîa ya bi lîdertiya Muqteda EL-Sedir bi ser ket û ji 329 kursiyan herî kêm 70 kursî bi dest xist.

Muqteda EL-Sedir hişyarî da dewletên biyanî ku tevlî karên avakirina hikumetê nebin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê diyar kir ku îsal rêjeya tevlîbûnê ji sala 2018’an jî kêmtir bû ku dengdan tenê ji sedî 41 bû.

Partiyên Kurdî 63 kursî bi dest xistin û ji wan 23 yên jinan e

Komisyonê ragihand jî ku li parêzgehên Başûrê Kurdistan û Iraqê partiyên Kurdî 63 kursî girtin û ji wan 23 jin in.

Ev cara yekem e ku bi rêjeyeke wiha jinên di nava partiyên Kurdî de ji bo parlementoya Iraqê tên hilbijartin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Rewatiya van hilbijartinan tune ye

Li ser van encamên destpêkê, nerazîbûn derketin..

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û eşkere kir ku rewatiya vê hilbijartinê nîne, pirsgirêkên bi zanebûn dema hilbijartinê hatin kirin.

PADÊ encamên hilbijartinan red kirin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ jî nerazîbûn nîşan da..

PADÊ destnîşan kir ku di hilbijartinên li Şengalê de ji destpêkê ve pirsgirêk û astengî derketine û 70 hezar kesî nekarî dengên xwe bikar bînin..

Ji bo betalkirina encamên hilbijartinên Şengalê; PADÊ serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Nînowayê da.

YNK: Em encamên hilbijartinan ên li Hewlêrê red dikin

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê nerazîbûn li ser dengdana hilbijartinê ya li Hewlêrê nîşan da û diyar kir ku ew encamên hilbijartinê yên li Hewlêrê red dikin.

YNK’ê ragihand ew li benda encama giliyan in.

Back to top button