Li Îsraîlê fabrîqeyeke şerabê ya dîrokî hate vedîtin

Li Îsraîlê fabrîqeyeke şerabê ya dîrokî hate vedîtin.
Fabîrqeya temenê wê hezar û 500 salî, li ser asta cîhanê ya herî mezin e.

Li bajarê Îsraîê Yavne, piştî xebatên kolanê yên dem-dirêj fabrîqeyeke mezin derket holê.

Li gorî pisporan, fabrîqe ji dema Bîzansan maye û beriya hezar û 500 salî hatiye avakirin.

Ji bermahiyên hatin dîtin jî diyar e ku ev fabrîqe ji bo hilberîna Şerabê kar dikir.

Arkeologê Îsraîlê John Seligman anî ziman ku li fabrîqê baştirîn şerab dihate amadekirin û got:

Ev der mezintirîn fabrîqeyên şerabê ye. Lik vir 5 mahser hebûn. Salene derdor 2 mîlyona lître şerba dihate amadekirin.

Di dirêjahiya dîrokê de li gelek deveran şeraba tirî weke dermanê li dijî nexweşiyan dihate bikaranîn.

Bi taybet jî nexweşiyên ji ber vexwarina ava qirêj rû didan.

Back to top button