Mala fîlozofê Alman careke din ji bi serdanan hate vekirin

Friedrich engels

Piştî demeke dirêj ji girtinê, mala fîlozofê Alman Friedrich Engels careke din hate vekirin.
Mal weke muzexane ye û tê de gele berhem û pirtûkên Engels hene.

Fîlozof û zanyarê Alman Friedrich Engels sala 1820’an li bajarê Almanya Wûpertalê ji dayîk bû.

Li vê malê tevahiya salên xwe ên jiyanê gelek berhem û pirtûk amade kirin.

Lewma piştî wefate wî weke muzexane hate hiştin..

Bêtirî salekê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê deriyên muzexaneyên hatibûn girtin.

Bi rasthatina salvegera ji dayîkbûna wî doh derî careke din ji bo serdanan vebûn.

Engel di salên 1840’î de tevî Marks mohra xwe li gelek berheman dan.

Û ji wan a herî girîng deklarasyona sala 1848’an bû ku weke Beyannameya Komunîzmê hate binavkirin.

Back to top button