HIKÛMETA KOSOVA26 JINÊN DAIŞ’Ê JI BO TEMAMKIRINA LÊPIRSÎNÊ XISTIN BIN ÇAVAN

Beriya demekê Hikûmea Kosova ragihand ku wan bi qasî 110 ji welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de, bi hevkariya Emerîka ji Sûriyê birine. Piştî lêpirsînê jî eşkere kir ku, 26 jin heta mehekê xistine bin çavan.

Roja Şemiyê Rêveberiya Kosova ragihand ku, wan 74 zarok, 32 jin û 4 mêr birine paytext Pristina.

Piştî guhdarkirina li mikurhatinên 26 jinan, dadgeha seretayî li ser bingehê hin belgeyên ku destê wan di kirinên derve welat de heye biryar da ku, wan binçav bikin.

Di heman demê de, tewana ku destê wan di kirinên derve de hene, li ser 4 zilaman hat teqezkirin.

Jin û zarok birin navendên koçberan..

Li gorî agahiyan, ji sala 2014 bi qasî 300 kes ji Kosova berê xwe dan Sûrî û Iraqê û tevlî nava DAIŞ’ê bûn.

Her wiha bi qasî 70 DAIŞ”iyên Kosova li Sûrî û Iraqê hatine kuştin û nêzî 120 çete jî vegeriyane û niha di zindanan de ne.

Li gorî polîsên Kosova, hîna nêzî 30 çete, 49 jin û 8 zarok li Sûrî ne.

Hikûmeta Kosova ragihandibû ku wan 110 welatiyên xwe ji Sûrî vegerandine.

Berdevkê têkliyên derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif jî ev agahî ji Ronahî TV re piştrast kiribû.

Leave a Reply

Back to top button