NY: Pandemiyê 100 milyon kes ber bi hejariyê ve bir

Vîrûsa Corona ku ev nêzî 2 salane ketiye jiyana me hemûyan hîna jî nadora xwe didomîne.
Daneyên hejariya ji ber vîrûsê derketî êdî rewşa metirsîdar radixe ber çavan.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got,
Pandemî, 100 milyon kes berbi hejariyê ve biriye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres di panela IMF de axivî û got:

Yekîtiya cîhanî di pandemiya Covid-19 de kême û ji ber vê yekê jî civak bi rengekî neyînî bandor dibe.

Guterres diyar kir ku ji destpêka pandemiyê vir ve, 100 milyon mirov ber bi xizaniyê ve diçin û çar milyar mirov ji piştgiriya civakî, lênihêrîna tenduristî û ewlehiya kar dûr in.

Sekreterê Giştî yê NY anî ziman ku newekhevî “hawîrdora şîdet û pevçûnê diafirîne.”

Antonio Guterres balkişand li ser bêedaletiya di belavkirina derziyên li dijî Covid-19’an û diyar kir ku hîna jî welatên hejar nikarin xwe bigihînin derziyên dijî vîrûsê.

Guterres ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xwest ku soza xwe ya derzîkirina ji sedî 70 ji mirovan li her welat heya 2022’an pêk bîne.

Back to top button