Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan: Hovîtiya dewleta Tirk û ya DAÎŞ’ê weke hev e

Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan CPT derbarê êrişên dewleta Tirk a li başûrê kurdistanê û zirara bi taybetî li xiristyanan bûye, raporek weşand..
Hate ragihandin ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi dehan gundên Xiristiyan hatine valakirin, mal, dêr hatine hilweşandin, û welatiyên Xiristiyan bûne penaber.

CPT di rapora xwe de dibêje: Êrişên dewleta Tirk, zirara ku dide û hovîtiya DAIŞ’ê a 2014’an weke hev in û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Daneyên Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan (CPT) ku ji sala 2015’an û vir ve berhev dike, asta operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk eşkere kir.

Di rapora CPT de, binpêkirinên mafên mirovan ên derbarê Xiristiyanan de ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê tên ziman.

Li gorî raporê, gelek gundên Xiristiyan hatine valakirin, mal, dêr hatine hilweşandin, bax û baxçeyan zirar dîtine û Xiristiyan bûne penaber.

CPT: Ji ber êrişên dewleta Tirk li ser Başûr 116 sivîl hatine kuştin

Daneyên rapora CPT de tê gotin,

“Li herêmê 42 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene û ji ber operasyonan 148 gund hatine valakirin, 116 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.”

Her wiha işaret bi êrişên bênavber bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî tê kirin..

Rapor qale hincetên dewleta Tirk a van operasyonan jî dike û destnişan dike ku ew ne tenê li dijî PKK’ê, ew li dijî tevahî gelê kurd, baweriyan û mirovên bêçek û bi çek van êrişan pêk tîne..

Rapor balê dikşîne ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ku zerar li dêr û cihên baweriyê yên Xiristiyanan bûye û van detayan eşkere dike:

CPT: Ji ber êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kuristanê 80 gund vala bûne

“Xiristiyanên li gundan ewlehiya jiyana wan nemaye, yek bi yek neçar man ku malên xwe biterikînin. Ji ber êrişên Tirkiyê, gelek malbatên Xiristiyan li nava Iraqê bûne penaber û ji sala derbasbûyî û vir ve zerar li zêdeyî 10 dêran û cihê îbadetê bûye. Ji ber êrişên dewleta Tirk zêdeyî 80 gund hatiye valakirin.”

CPT: Çawa 2014’an DAIŞ’ê êriş kir niha jî dewleta Tirk êriş dike

Di raporê de CPT bang li hêzên navneteweyî kir ku bala xwe bidin ser mijarê.

Herî dawî CPT di raporê de vê yekê tîne ziman:

“Çawa ku sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî Nînovayê kirin, Xiristiyan ji cih û warê xwe bûn, niha jî Xiristiyan ji ber êrişên Tirkiyê koçberî deverên cuda bûn.

Back to top button