Putin, Merkel û Macron ji bo mijara Ukrayna axivîn

Di nav bera Moskow û Kîevê de rewş careke din aloz bûye.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî mijara Ukrayna bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Koşka Kremlînê têkildarî peywendiya telefonî ya navbera lîderan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kremlinê diyar kir ku hewildanên bidawîkirina aloziya navxweyî ya li Ukraynayê bi berfirehî hate gotûbêj kirin.

Hat gotin, hersê serokan bal kişandine ser girîngiya bicihanîna peymanên Mînskê yên 2015’an ku weke bingeha çareseriyê ye.

Her wiha ew ji bo misogerkirina hevahengiyê di çarçoveya formata Normandiyê de jî axivîne.

Rêberan ji şêwirmend û wezîrên xwe yên derve xwestin ku di formata Normandiya Çaralî de xebatên xwe lezbikin.

Kremlînê îdia kir ku tevî hebûna çeteyên û têkoşîna li dijî terorê ya li parzemîna Afrîka gelek mijarên din yên navnetewî hatine axaftin.

Back to top button