Dayikên Aşîtiyê: Heta ku cenazeyên zarokên xwe bigirin wê çalakiya me dewam bike

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdkirine hefteyek li pey xwe hişt.
Duh dayîkên şehîdan xwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyên zarokên xwe bigirin. Lê hêzên PDK’ê li ser sînor pêşî li wan girtin û rê nedan ku derbas bibin.

Dayîkan nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan û diyar kirin heta ku ew cenazeyên geîlayan negirin ewê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalak ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîla Şehîd Tolhildan û Şehîd Serdem ên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn, dewam dike.

Duh 26 dayikên aştiyê li deriyhê Sêmalka xwestin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem bigirin.

Dayikên aştiyê li pêşiya pireya Sêmalka kom bûbûn, lê çûna wan ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin.

Dayê Xaliye Ehmed ku yek ji wan dayikan bû wiha got:

“26 dayikên aştiyê û dayikên şehîdan kom bûn da ku berê xwe bidin dergehê Fîş Xabûr û nameyeke nivîskî bidin wan ku ji aliyên pêwendîdar re bişînin, lê wan bêyî ku naveroka nameyê nas bikin nehişt em derbas bibin.”

Xaliye da zanîn ku piştî wan xwest bersiva peyama wan derbarê radestkirina cenazeyên her du şehîdan de bigirin lê hêzên PDK’ê besiva wan nedane.

Xaliya diyar kir ew weke dayikên aştiyê dê tu carî paşde venegerin û çalakiya xwe dewam bikin heta ku cenazeyan radestî wan bikin.

Her wiha dayika Êzidî, Qedîfe Xelef jî ev tişt anî ziman:

“Dema me berê xwe da dergehê Fîş Xabûr hêzên PDK`ê tu nirx neda dayikên aştiyê.

Hêzên PDK’ê înkar kir ku cenazeyê şehîdan li Başûrê Kurdistanê ne û îdia kir ku cenaze li gel hêzên Îranê ne.”

Dayê Qedîfe destnîşan kir ku dayikên aştiyê dê çalakiya xwe li dergehê Sêmalka bidomînin heta cenazeyê her du şehîdan bê radestkirin.

Back to top button