Li bajarokê Bûkemalê yê Dêra Zorê 4 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin

Şer û aloziya li Sûriyê bi taybetî li herêmên di bin kontrola dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên rêjima Şamê de bê navber dewam dike.
Li bajarokê Bûkemalê yê Dêra Zorê devereke çekdarên bi ser Îranê careke din hatin bombebarankirin.
Di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.
Li Idlib û Hemayê jî şerê navbera hikûmeta Şam û çeteyên girêdayî dewleta Tirk dewam dike.

Şer û aloziya li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk û hêzên rêjîma Îranê de her diçe zêde dibe.

Li bajarokê Bûkemalê yê Dêra Zorê nuqteyên çekdarên Îranî tên bombebarankirin..

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh balafirine nenas êrişî nuqteyên çekdarên Îranî yên li ser sînorê Sûrî-Îraqê kirin..

Li gor Çavdêriyê, di encama bombebaranê de 4 çekdar hatin kuştin..

Çavdêriyê eşkere kir ku di nav kuştiyan de kesekî Sûrî jî heye..

Berî vê yekê bi rojekê, li heman deverê çend teqîn di encama lêdana balafirine nenas de pêk hatin..

Ji 4 Îlona 2021’ê ve, cihên hêzên bi ser Îranê 4 caran hatine bombebarankirin..

Heta niha nehatiye naskirin bê kî van êrişên hewayî pêk tîne..

Lê Çavdêriya Sûrî, ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên li herêmê, dibêje ev nuqte ji aliyê koalîsyona navdewletî tên bombebarankirin..

Li Idlib û Hemayê şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de dijwar bûye

Li aliyekî din, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e..

Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku li eniyên şer ên herêma El-Emîqa ya Sehil El-Xab a Hemayê, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Odeya Operasyonên Fetih El-Mûbîn de gur bûye..

Çavdêriyê diyar kir ku her du alî bi çekên giran û sivik şer dikin..

Li Idlibê jî hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan topbaran dike..

Li gor Çavdêriyê, li devera Sifohin, El-Fetîra, Filêfil û Bênînê yên Çiyayê Zawiyê hêzên hikûmeta Şamê nuqteyên çeteyan topbaran kirin..

Der barê jimar û bîlançoya kuştiyan de, ti agahiyên berfirehtir heya niha nehatine biparvekirin..

Hikumeta Şamê duh jî bi çekên giran bajarokên Tedîl, Kefer Nûran û Kefer Teal ên Idlibê dan ber top û mûşekan..

Di encamê de hin malên sivîlan hatibûn wêrankirin..

Back to top button