Navê Hevrîn Xelef li tevahî cîhanê bi sembola jina azad hate nasîn

Hervrîn Xelef bi çareseriya siyasî li Sûriyê bawer bû ku bi şer çareser nabe..
Silogana wê ya sereke pêkanîna aştî û yekîtiya Sûrî bû..
Ji lewre navê bû şehîda aştiyê ye..
Niha jî bi hezaran jin têkoşîna sembola jina azad Hevrîn Xelef dişopînin.

Hevrîn Xelef…

Ji ber wêrektî û hêza xwe tu kes nema û bi navê wê nebihîst…

Ew li bajarê Dêrikê 1993’an di nava malbateke welatparêz ji dayîk bû…

Ji wê demê de bi kulîlka Yasmînê hate şivandin, ew di nava malbatê de bi bandor bû û her kesî jê hez dikir..

Ji biçûkaniyê de bi hîsê welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirtibû dihate naskirin..

Lê piştî refa 12 wergirt di fakulteya Endizyariya Sivîl li fakulteya Helebê xwe qeyd kir…

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re Hevrîn cihê xwe di nava qadên wê de girt û wê destpêkê saziyên civaka sivîl birêxistin kirin..

Piştre tevlî xebata siyasî bû û bi komek ji welatparêzên Sûrî re hewl da partiyeke girştî ji Sûriyan re ava bike..

Di dema lidarxistina kogreya damezrêner a Partiya Sûriya Pêşerojê de 27’ê Adara 2018’an Hevrîn Xelef weke sekertêra giştî ya Partiyê hat hilbijartin..

Wê li bajarê Reqa, Tebqa, Eyn Isa û her wek din xebitî…

Hevrînê bi vê yekê re jinên ji gelê Ereb bandor kir û riya têkoşînê nîşanî wan da..

12’ê Cotmeha 2019’an dema ku Hevrîn li ser erka xwe bû li ser riya M4 bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat armancgirtin û şehîd xistin..

Şehadeta wê cîhan tev hejand, li her deverê çalakiyên şermezarkirinê li ser asta cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin..

Tevlî wê navenda lêkolîn û parastina mafên jinan a Sûriyê ji bo komkirina îmzeyan bi durişma ‘Edalet ji Hevrînê re” dest bi kampanyakê kir.

Weqfa Mafên jinan a geşkirinê EWAD ji ber têkoşîn û wêrektiya şehîd Hevrîn navê wê xistin nava Emalên Nesewî..

Li bajarê Lyon yê Fransayê, qadeke li naverasta bajêr bi navê Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hate xemilandin.

Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef weke jineke xwedî bandor ku mohra xwe li dîrokê daye, di nava lîsteya Komeleya Mafê Jinan a Navneteweyî de cih girt

Hevrîn Xelef şehîd ket lê li pey xwe mîraseke ji têkoşîn û berxwedanê ji nifşên nû re hişt..

Back to top button