Salvegera 4. a şihadeta şehîd Dilîşan Îbiş

Îro salvegera 4. a şihadeta rojnamevana dengê heqîqetê Dilîşan Îbiş e.
Dilîşan ji bo hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana şervanên QSD’ê ragihîne, berê xwe da eniyên Dêra Zorê û li wir şehîd bûn.
Hevalên Dilîşanê wê bi bîr tînin û dibêjin: Emê li pey şopa wê bibin dengê rastiyê.

Rojnamevan Dilîşan Îbiş ku di gelek qadên ragahandinê de cih girtibû, bû yek ji kesayetên fedekar.

Dilîşan 26`ê Îlona 1991`an li Kobanê û di malbateke welatparêz de ji dayik dibe.

Ew xwendina xwe ji seretayî heta amadehî li Kobanê diqedîne.

Dilîşan, 2011’an di zanîngeha li bajarê Helebê beşa birêvebirina kar û baran dixwîne.

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî, Dilîşan vedigere Kobanê û di xebatên rêxistinî de cih digre.

Ew 2013’an dibe yek ji endamên Radyoya Dengê Kobanê û bi zimanê Erebî pêşkêşiyê dike.

Dilîşan, destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li gundên Rojhilatê Kobanê û Girê Spî, nûçegihaniya şer dike.

Dawiya 2016’an li Qamişlo di xebatên ajansa ANHA`yê de cih digre û li wir jî nûçegihaniya şer didomîne.

Li gel vê jî demekê nûçegihaniya televzyona me Ronahî û radyoya dengê Cûdî jî kiriye.

12`ê Cotmeha 2017`an QSD`ê komeke sivîl ji Dêra Zorê ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn.

Dilîşan û hevalên wê Hogir Mihemed û Rizgar Denîz ji bo şopandinê, berê xwe didin sivîlên rizgarkirî.

Li wir di encama teqîna 2 erebeyên ji aliyê DAIŞ’ê ve, Dilîşan û Hogir digihêjin asta şihadetê.

Rizgar Denîz jî piştî demeke birîndariyê, 18’ê Kanûnê şehîd dibe.

Şehîd Dilîşan 13`ê Cotmehê ji aliyê bi dehan rojnamevan, hezkirî û malbata xwe ve, li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê tê oxirkirin.

Dilîşan Îbiş di her pêngaveke şer de bi kemîreya xwe gav bi gav berxwedana şervanan dişopand û di riya heqîqetê de gihaşt asta şihadetê.

Dilîşan di nivîseke xwe de ji bo jinan wiha dibêje:

“Jin ne bêhêz in û ne jî lawaz in. Ew mehkûmî firotina li bazarên koleyan nabin. Bi zordarî û înkarê nayên birêvebirin. Belê ew di berxwedana li dijî hişmendiya otorîter de bûne pêşeng.

Di salvegera 4’an a şihadeta şehîd Dilîşan Îbiş de hevalên wê yê rojnamevan wê bi bîr tînin.

”Dilîşan li pey armanca xwe meşiya û gihîşt asta şihadetê”

Endama Radyoya Dengê Kobanê Şîlan Mihemed bi van gotinan Dilîşanê pênase dike.

”Emê li pey xeta Dilîşan bin û bibin dengê rastiyê”

Nûçegihand ajansa ANHA yê Dicle Ehmed jî li ser tevgera şehîd Dilîşan di şer de wiha dibêje:

Li pey şopa şehîd Dilîşan, îro bi dehan rojnamevan li dijî êrîşên dewleta Tirk rastiya bûyerên heyî ji raya giştî re radighînin.

Back to top button