MSD’Ê HELWESTA RÊJÎMA SÛRIYÊ JI KIRINÊN LI EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Dewlet Tirk a dagirker ev demeke ku ji gundê Meyremîn heta bajarokê Cilbil dîwarê parçekirina xaka Sûrî lêdike.
Armanca wê ji vê yekê ku bajarê Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.
Di vê çarçoveyê de MSD’ê, Meclisa sivîl a Reqa û Tebqayê daxuyaniyên cûda dan û ev yek şermezar kirin.
MSD’ê bêdengiya navdewletî û ne diyarkirina helwestên rejîma Sûriyê derbarê kirinên dewleta Tirk şermezar kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî lêkirina dîrwarê li Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

MSD’ê îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ên neexlaqî û bêdengiya navdewletî kir û wiha got:

Lêkirina dîwarê parçekirinê dewamiya kiryarên dewleta Tirk ên li dijî nirx û mafên mirovan û hevpeymanên navdewletî ne.

Dewleta Tirk a dagirker rû û dîmenê herêmê diguhêre û nasnameya Kurdî û Sûrî tune dike.

MSD’ê bêdengiya navneteweyî derbarê kirinên dagirkeriyê şermezar kir û got:

Bêdengiya navneteweyî jî hêze dide dewleta Tirk a dagirker.

Di heman deme de , Rejîma Sûriyê jî tu helwestekî cidî derbarê dagirkirina parçeyek ji axa Sûriyê Sûriyê raber nekiriye.

“DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ LI HEMBER BINPÊKIRNÊN LI EFRÎNÊ BI ERKA XWE RABE”

Meclisa Sivîl a Reqayê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê lêkirina dîrwarê li Efrînê şermezarkiri û got:

Ev destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re û ferzkirina lêkirina dîwarê parçekirinê ji bajarê Efrînê re, hemû qanûnên exlaqî û qanûnî derbaskirin.

Ev yek jî ne nû ye li ser rejîma Tirkiyê.

Beriya wê jî Lîwa Iskenderon a Sûriyê dagir kir û parçeyek ji xaka Qibrisê jî dagir kir.

Em bang li Civaka navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Ciwanên Reqayê jî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê û paşguhkirina xwestekên çalakiyên greva birçîbûnê şermezar kirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Tebqayê bang li hemû gelê Sûriyê kir ku bibin yek û li dijî vî dîwarî û dijî her cure êrîşên Tirkiyê bisekin in.

Leave a Reply

Back to top button